• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Du wesayît li hev qelibîn: Mirîyek 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Hat ragihandin li Hewenga Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 jê  giran tevde 5 kes jî birîndar bûn.

Qeza li nêzî gundê Dutlucaya Hewenga Rihayê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku ji rêya gundê Dutlucayê derdiket rêya sereke û wesayîta ku ber bi Semsûrê ve diçû li hev qelibîn.

Di qezaya ku pêk hat de Nadîde Şahîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 2 kesên bi navê Mustafa Ş. û Mehmet Ş. giran birîndar bûn. 3 kesên din jî ên ku di wesayîta din de bûn jî sivik birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir