• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Tanzanyayê ferîbot binavbû: 86 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Tanzanyayê ferîboteke rêwîyan binav bû, di encama bûyera ku qewimî de 86 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  li Tanzanyayê ferîboteke bi navê MV Nyerere ya ku di Gola Vîktoryayê seferê dikir binav bû.  Hat diyarkirin di ferîbotê de tev de 400 rêwî hebûn û ji van rêwîyan heta niha 37 kes hatine rizgarkirin û 86 kes jiyana xwe ji dest dan û bo kesên winda bên dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir