• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Amerîka derbarê Çîna ku ji Rûsyayê S-400 stand de qerara mueyyîdê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji teref Amerîka ve derbarê Çîna ku ji Rûsyayê pergala mûşekên S-400 stand de qerara mueyyîde hat dayîn, Rûsya û Çîn ji mueyyîdeya Amerîka re bertek nîşan dan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Amerîka ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin biryara mueyyîdê ji ber balafirên şer ên ku di sala 2017an de hatibûn standin û ji ber mûşekên S-400 ên ku di sala 2018an de ji teref Çînê ve ji Rûsyayê hatibûn kirîn hat dayîn.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergueî Rîabkov derbarê mijarê de daxuyanîyek da û bertek ji qerara mueyîdê nîşan da. Rîabkov di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Washington "bi êgir dileyze."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir