• DOLAR 32.602
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2499.882
  • ...
Li Edenê bernameya "Nûra Çavê Min Nimêj" hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameyên ku ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve li tevahîya welêt tên terîtpkirin berdewam dikin. Ji teref Koordînatorîya Edenê ya Platforma Nesla Qur'anê ve li Parka Navendî ya Edenê bernameyeke bi navê "Nûra Çavê Min Nimêj" hat tertîpkirin. Ji zarokên ku nêzî 2 heftîyan beşdarî bernamê bûn re sertîfîkaya teşekurê hat dayîn û di bernamê de qala ehemîyeta kirina nimêjê hat kirin.

Nêzî hezar zarokên ku beşdarî bernamê bûn berî ku biçin parkê li Mizgefta Navendê ya Sabanci nimêja esrê eda kirin û ji camîyê ber bi parkê ve meşîyan. Di dema meşê de zarok  pankartên ku li ser wan "Nimêj Sitûna Dîn e", "Nûra Çavên Me Nimêj" dinivîsand veguhastin. Xelkê derdorê yên ku zarokan dîtin kêfxweş bûn û bi çepikan piştgirî dan wan.

Bernameya li parkê bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina  Koordînatorê Edenê yê Platforma Nesla Qur'anê Fethûllah Beyazçîçek berdewam kir.

Beyazçîçek di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew wek platform meha tebaxê wek meha nimêjê îlan kirine û ew bo zarok û xort di warê nimêjê de bibin xwedî şiûr van bernameyan tertîp dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di bergeha vê bernamê de ji nêzî hezar zarokên qîz û law re 2 heftî ders hat dayîn. Mala wan zarokên ku beşdarî bernamê bûn û xoceyên ku ders dan wan ava be."

Orhan Erkuşê Endamê Yekîtîya Medrese û Aliman jî derbarê mijarê de axavtinek kir û ji zarokan re qala ehemîyeta nimêjê kir. Erkuş di axavtina xwe de diyar kir nimêj armanca xuliqîna însên e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em Misliman ji  nimêjê re muxatac in, bênimêj jiyan nabe. Pêxemberê me dibêje 'Nimêj ronahîya çavê min e.' Ger em nimêjê ji jiyana xwe derînin, wellahî dê em bênûr bimînin û di wê roja ku Misliman bikevin cennetê de em ê rûyê cennetê nebînin. Xweda me wê rojê bike ji wan evdên xwe yên ku cennetê bibînin."

Bername bidengkirina îlah û ezgîyan û bi xwendina helbestan berdewam kir û bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir