• DOLAR 32.564
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2428.56
  • ...
Di êrîşên siyonîstan de 4 Filistînîyên din jî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin siyonîstên terorîst li Ramalllah, Xazze û Qudsê êrîşî Mislimanên Filistînî kirin. Di encama êrîşên ku hatin lidarxistin de 4 Filistînî şehîd bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergitin doh êvarî siyonîstên terorîst li Ramallahê di ser gundê bi navê Beyt Rîmayê de girtin û xortê bi navê Muhammed Er-Rawî şehîd kirin.

Doh li nêzî xeta Xezzê Filistînî xwepêşan li dar dixistin ku siyonîstan êrîşî xwepêşandaran kirin. Di encama vê êrîşê  de jî 2 Filistînî şehîd bûn û 46 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin li nêzî Babul-Amûda Qudsê jî xortekî Filistînî bi îddîaya ku çalakîya bi kêr li dar xistiye ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin.

Di nabeyna 24 seatan de tevde 6 Filistînî ji teref siyonîstan ve hatin şehîdkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir