Rûsya: Balafira me ji teref Sûrîyê ve hat xistin xwarê
Derbarê balafira ku di wextên şeveqê de winda bû de ji teref Rûsyayê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin "Balafira me jiteref Sûrîyê ve hat xistin xwarê."
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov di daxuyanîya ku belav kir de wiha got: "Balafira me ÎL-20 ji teref pergala S-200 ve hat xistin xwarê."
Îgor di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: "Balafira me IL-20 ji teref pergala S-200î ve hat xistin xwarê. Balafir ji ber bêpirsiyasrîya pîlotên îsraîlî hat xistin. Pîlot berê balafirê dan herêma ku lê pergalên parastinê yên mûşekan a artêşa Sûrîyê. Balafir wek mertal hatin bikaranîn."(ÎLKHA)