• DOLAR 32.586
  • EURO 34.827
  • ALTIN 2412.595
  • ...
Otobûsa rêwîyan qulibî: 8 mirî 27 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li ser Rêbeja Afyonkarahîsar-Entalya otobûseke rêwîyan qulibî qanala avê, di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Afyonkarahîsar-Entalya pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobûsa rêwîyan a bi plaqeya 07 ZY 555 a ku aîdî fîrmya Kamîl Koç bû ji kontrolê derket û gindirî qanala avê. Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir