Milyonek kes bêmal û bêceyran man
Bagera Florenceyê ya ku li herêma başûrê rojhilata Amerîkayêtesîra xwe didomîne milyonek kesî bêmal û bêceyran hişt.
Hat ragihandin ji ber Bagera Florenceyê ya ku li herêma başûrê rojhilata Amerîkayê tesîra xwe didomîne 7 kes mirin û nêzî milyonek kes bêmal û bêceyran man.
Navenda Bagerê ya Neteweyî ji ber bagera Florenceyê bo parezgehên Carolînaya Başûr û Bakur hişyarî da.(ÎLKHA)