Erbaş: Divê medrese û akedemî ji hev îstîfade bikin
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş destnîşan kir divê medrese û ew zanîngehên ku lê ilmên akademîk hene ji hev îstîfade bikin.
Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê bo hinek ziyaretan hat Bidlîsê û bi Edîp Necîp Yardimê Rektorê Zanîngeha Bîtlîs Eren re hevdîtin kir û derbarê ehemîyeta medrese û ilmên akademîk ên li zanînghan de nirxandinan kir.
"Divê Medrese û akedemî ji hev îstîfade bikin"
Erbaş di nirxandina ku kir de destnîşan kir Bidlîs bi medreseyên xwe navdar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber wê yekê divê medrese û ilmên akademîk werin ba hev û ji hev îstîfade bikin. Ger bi vî awayî bê kirin dê gaveke baş bê avêtin."(ÎLKHA)