• DOLAR 32.498
  • EURO 34.591
  • ALTIN 2480.937
  • ...
Şexsê ku li wesayîta wî siwar bû PKKyî derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Hezoya Êlihê ajovanek doh êvarî di rê de şexsekî ku destê xwe jê re hilda li wesayîta xwe siwar kir. Di lêgerîna rê ya ku hat kirin de ji ser şexsê ku di rê de li nêzî gundê Melefayê, li wesayîtê siwar bû nasname derneket. Ji ber vê yekê şexsê ku di rê de siwar bû bo jêpirsînê hat birin qereqolê. Di encama jêpirsîna ku hat tespîtkirin de şexsê ku li wesayîtê siwar bûbû PKKyî ye.

Piştî ku şexs hat birin re rojekê dema ku zarokên ajovan di nava wesayîtê de ji xwe re dileystin di bin rûneşteka wesayîtê de demençe û bombeya destan dîtin. Ajovan damençe û bombeyê destan bir teslîmî qereqolê kir.

Tê diyarkirin bombe û damençe yê şexsê ku PKKyî derketiye ye.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir