Otobusa ku penaberan vediguhast qulibî: 39 birîndar
Otobusa penaberên ku bo bên dersînorkirin ji Stenbolê dihatin birin ber bi sînora Sûrîyê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 39 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin otobusa penaberên ku bo bên dersînorkirin ji Stenbolê dihatin birin ber bi sînora Sûrîyê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de polês jî di nav de 39 kes birîndar bûn.
Qeza li ser 46emîn kîlometreya Rêbeja Aksaray-Enqerê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatin wergirtin otobusa bi plaqeya 34 RHK 91 a ku penaberên bo bên dersînorkirin ji Stenbolê dihatin birin ber bi sînora Sûrîyê li nêzî gundê Altina girêdayê Aksarayê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 17 jê polês û 22 penaber tevde 39 kes birîndar bûn.
Hat hînbûn rewşa 2 polêsan û penaberekî giran e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat desstpêkirin.(ÎLKHA)