• DOLAR 32.497
  • EURO 34.641
  • ALTIN 2480.474
  • ...
Daraza darbeker dest danî li ser mal û milkê Mursî û zêdetirî hezar sazîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin daraza darbeker a Misirê dest danî li ser mal û milkê Serokomarê Misirê Muhammed Mûrsîyê ku bi darbê ji wezîfê ha dûrkirin jî di nav de 589 kesên ji Îxwanê û zêdetirî hezar sazîyan.

Di nav sazîyên ku dest hatiye danîn li ser mal û milkên wan de 118 şîrket, 104 mekteb, 69 nexweşxane, 33 malperên înternerî û qanalên stalaytê hene.

Mehkemeya darbeker a Misirê bi qerara ku roja şemîyê standibû derbarê 75 kesên ku rayedarên Îxwanê jî di nav de ne de qerara îdamê dabû.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir