• DOLAR 32.59
  • EURO 34.826
  • ALTIN 2501.079
  • ...
Otobusa ku karkeran vediguhast qulibî: 32 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Sarigola navçeya Manîsayê otobusa ku karkerên zireatê vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 32 karker birîndar bûn.

Qeza di wextên şeveqê de li ser yekemîn kîlometreya Rêbeja Guneydamlar-Bahadirlarê  pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi  plaqeya 45 L 4749 a ku ajovanê wê E.O. bû dema ku ku karkerên zireatê dibir nav erdan qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 32 kes birîndar bûn.

Ji kesên birîndar ên ku hatin rakirin nexweşxanê tevde 21 karker ji xestê derketin û dermankirina karkerên din berdewam dike.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir