• DOLAR 32.554
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2436.606
  • ...
Êrîşa ku dê li Îdlîbê bê kirin dê bibe sedema netîceyên ciddî yên dîplomatîk û siyasî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê derbarê êrîşa ku dê li Îdlîbê bê kirin de daxuyanîyek da. Kalin di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir êrîş dê bibin sedema qeyranên dîplomatîk.

Kalin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ku li hember Îdlîbê êrîş dest pê kirine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Çawa ku Serokomarê me di rojnameyeke Amerîkayî de diyar kir, divê dinya destê xwe bixe bin kevir.Êrîşa ku dê li Îdlîbê bê kirin dê tenê nebe sedema bobelata însanî; bi heman awayî dê bibe sedema netîceyên ciddî yên dîplomatîk û sîyasî. Me vê peyamê veguhast. Ew pêla koçê dê bi hezaran kes jê tesîrdar bibin bi heman awayî bibe sedema hinek tiştên din jî. Ew ê ew pêla koçê li ser Ewrûpayê jî tesîr bike."

Kalin piştî nirxandina xwe ya li ser Îdlîbê derbarê qerara Amerîka ya derbarê Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê de jî daxuyanîyek da. Kalin di nirxandina  ku kir de destnîşan kir ev qerara ku hatiye dayîn diyar dike ku Trump terefê digire û ev yek navbeykarîya bêteref a Amerîka ji holê rakiriye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir