• DOLAR 32.345
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2311.18
  • ...
Mar û tûpişkên ku di ser gund de girtin gundîyan nerehet dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Kortepeya gundê girêdayê Baxlara Diyarbekirê piştî ku li derveyî gund xebat hatin destpêkirin re gelek zêde mar û tûpişk di ser gund de girtin. Gundîyan destnîşan kirin piştî ku li nêzî gund bi mekîneyên kar dest bi xebatê hat kirin re hejmara mar û tûpişkên ku li gund tên dîtin zêde bû.

Gundîyan destnîşan kirin marên ku dirêjahîya wan nêzî metro û nîv, du metro ne carcaran dikevin malên wan ku ew ji ber vê yekê gelekî endîşedar in. Her wisa diyar kirin di wan rojên borî de tûpişkan bi xortekî vedane ku xort ji ber vê yekê hatiye rakirin nexweşxanê.

"Em van maran di nava gund de her tim dibînin"

Serwet Yildirimê ku li gund dijî diyar kir berî vê çend rojan du mar ketine mala wî û derbarê mijarê de wiha got: " Di wan rojên borî de dema ku ez li malê bûm birayê min gazî min kir. Dema ku min xwe berda jêrê ez li rasta du maran hatim. Digel hev dileystin, dirêjahîya wan nêzî metro û nîv, du metroyan bû. Em van maran di nava gund de her tim dibînin. Bûyerên pêvedanê li gund pêk tên. Bila kesên rayedar tedbîrên pêwîst bistînin."

 "Tûpişkên bi jehr li her derê gund hene"

Kesê bi navê Lutfu Çekîlmîş jî derbarê mijarê de diyar kir divê xebatên pêwîst li gund bên destpêkirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Wê rojê derdora seat dehên êvarî bû em li ber heywanan bûn. Tûpişkek bi tilîyê hevalê min ve veda Me jehra tûpişkê ji tilîya wî deranî û me wî rakir xestê. Niha rewşa wî baş e. Ên li xestê gotin ku 'jehra vê tûpişkê gelek zêde ye.' Tûpişkên bi jehr li her derê gund hene. Li jêra gund malên nû hatin avakirin. Ji xwe li wê derê gelek zêde hene. Bila rayedar tiştinan bikin. Qet nebe bila werin dermanê li derdorê bireşînin."

 "Heyata însanan di tehlûkê de ye"

Gundîyê 35 salî yê nedixwast navê xwe bide jî derbarê mijarê de qala bîranîneke ya maran kir û dû re wiha axivî: " Dema ku emrê min 12-13 sal bû min şivantî dikir û wê çaxê min marekî reş dît. Digel ev qas sal ji ser wê bûyerê derbas bûbin jî dema ku ez ji wê derê derbas dibin dîsa ditirsim. Piştî ku li derdora gund xebat dest pê kirin re mar di hinek malên di gund de hatin xuyakirin. Hinek kes li rasta tûpişkan jî tên. Sedema van tevan ew xebata ku li derveyî gund tê kirin e. Dema ku xebat tê kirin kevir û lat ji cihên xwe tên hildan û hêlîna wan xera dibin, lewra di bin wan de hêlîna mar û tûpişka heye. Divê rayedar li vê derê  tedbîran bistînin. Lewra heyata însanan di tehlûkê de ye."(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir