• DOLAR 32.368
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2324.906
  • ...
Di Behra Spî de di naveyna heftîyekê de zêdetirî 100 penaberan xeniqîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Rêxistina Doxtorên ku Sînoran Nasnakin ve hat destnîşankirin di naveyna heftîyeke dawî de di Behra Spî de li nêzî Libyayê zêdetirî 100 penaber ku hewl didan derbasî Ewrûpayê bibin di behrê de xeniqîn.

Li gor xebera Euronewsa ku Rêxistina Doxtorên ku Sînoran Nasnakin wek çavkanî nîşan dide di yekê Îlonê de du botên plastîk ên ku penaberan vediguhastin li nêzî Libyayê di Behra Spî de binav bûn. Di encama binavbûnê de kesên penaber hewl didan sax bimînin bi seatan li benda alîkarîyê man.

Kesekî penaber ê ku hat rizgarkirin derbarê mijarê de destnîşan kir "Ji wê bota ku em tê de bûn bes 55 kes xelas bûn. Zarok û pîrek di nav de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Ger wezîfedarên rizgarîyê zûtir hatibana dê ew jî nemirana."

Kesên ku ji teref wezîfedaran ve hatin rizgarkirin hatin anîn Bendara Khomsa Lîbyayê. Tê diyarkirin kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji Malî, Sûdan, Nîjerya, Kamerun, Gana, Lîbya, Cezayîr û Misirî ne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir