• DOLAR 32.494
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2434.271
  • ...
Platforma Evîndarên Pêxember peyama sersala Hicrî weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta sersala Hicrî peyamek hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin de derbarê mijarê de wiha hat gotin:

 Em şad û bextewar in ku cardin me gihaştin salvegera Hicrî ya Hazretî Muhammedê ku gul û xemla dilê me û xweşî û sefaya qelbên me ye.Piştî surginkirina Hazretî Muhammed û sehebîyên wî yên bijarte ji welatên wan re, Xweda wan evdên xwe yên ku pê îman anîne ji zehmetîyan xelas kir ku înşallah ew ê di roja me de jî ummetê bextewar bike.

Qur'an û Sunnet wek du alîyên qumaşekî ku ji hev naveqetin in. Rizgarî û izzeta Mislimanên cîhanê bi şikleke jidayî xwe bi rêya Hazretî Muhammed girtinê û bi tesîskirina biratîya Îslamê mimkûn e. Her çi qas ji ser hicretê 14 qern derbas bûbin jî hetanî ku ummeta Îslamê bi temametî li pey Hz. Muhammed neçe û wan tiştên ku hîn kiriye di heyata xwe de tetbîq neke dê di bin zilmê de binale.

Em hêvî û temennî dikin ku sersala nû ya Hicrî bo Alema Îslamê bibe wesîleya vebûna derîyên xêrê û hatina rojên xweş. Em bi vê minasebetê Salvegera Hicrî ya temamê evîndarên Pêxember pîroz û mibarek dikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir