• DOLAR 32.378
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2325.92
  • ...
Li Somalîyê êrîş: 6 mirî 16 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Mogadîşuya paytexta Somanîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa ku hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Hodana girêdayê Mogadîşuya paytexta Somanîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa ku tê de avahîta îdarî hat hedefgirtin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin exlbeyê kesên ku mirine û birîndar bûne xebatkarên hikûmetê ne.

Berî vê 2 heftîyan jî li heman navçê êrîşek hatibû lidarxistin û di êrîşê de 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bûbûn.

Tê diyarkirin êrîş ji teref Eş-Şebab ve li ser xwe hatiye girtin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir