• DOLAR 32.328
  • EURO 35.152
  • ALTIN 2299.933
  • ...
SON DAKİKA
Li Stenbolê qeyrana rehînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çawîşê pîspor ê ku li Pendîka Stenbolê çû Lîseya Anadolu ya Teknîk û Meslekê ya Melek Akîl  dergistîya xwe ya berê rehîn sitand.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin çawîşê pîspor ê ku li Pendîka Stenbolê çû Lîseya Anadolu ya Teknîk û Meslekê ya Melek Akîl  dergistîya xwe ya berê rehîn sitand.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin çawîşê pîspor ê bi navê Umît Demîrkaya xwestiye bi dergistîya xwe ya berê biaxive, lê ji ber ku pevçûn derketiye bang li polêsan hatiye kirin û bûyer bûye qeyrana rehînê.

Di encama gotûbêja ku hat kirin de çawîşê pîspor teslîm bû.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir