• DOLAR 32.537
  • EURO 34.761
  • ALTIN 2493.361
  • ...
Bo bi hezaran zarokên ku hînî nimêjê bûn bername hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha bernameyên "Meha Tebaxê Meha Nimêjê" ya ku ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve hatibû îlankirin de nêzî 2 heftîyan bi slogana "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ji zarokên law û qîz re dersa nimêjê hat dayîn. Bo zêdetirî 2 hezar zarokên qîz û law ên ku hînî nimêjê bûn li Parka Şerzan Kurt bernameyek hat tertîpkirin. Zarokên ku hînî nimêjê bûn ji herêmên cûda ên bajêr ber bi cihê bernamê ve birê ketin û di dema meşê de pankartên mîna "Bênimêj Jiyan Nabe", "Nimêj Mifteya Cinnetê ye", Amelê xweştirîn nimêja ku di wextê wê de tê edakirin e", "Nimêj Sitûna Dîn e" veguhastin.

Di dema meşê de xelkê derdorê eleqeyeke mezin ji zarokan re nîşan dan.

Bername bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir û bi axavtina destpêkê ya Koordînatorê Herêma Platforma Nesla Qur'anê Kenan Çaplik berdewam kir.

 "Em îro di esreke tarî de dijîn, çareserîya vê esra tarî Qur'an e"

Çaplik di axavtina xwe ya ku kir destnîşan kir ew wek Platforma Nesla Qur'anê  ji xwe re kirine armanc ku temamê ferdên civakê wan tiştên ku hîn bûne ji kesên din re neqil bikin. Çaplik dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Digel dê û bavên zarokan me pêkve di rêya ji nû ve înşakirina civakeke bibe xwedî şiûra Qur'anê û înşakirina Esra Saadetê de destpêkeke xweşik kir. Mixabin me îro do esreke tarî de dijîn, çareserîya vê esra tarî Qur'an e. Ji nû ve fêmkirina Qur'anê wek reçeteyekê encax  bi xwendin û tetbîqkirina li jiyanê mimkûn e. Vaye ev Platforma Nesla Qur'anê ji xwe re kiriye armanc ku bi lênerîneke Qur'anê birînên civakê bipêçe û problemên wan çareser bike."

"We qerardarîya xwe ya perwerdekirina neslekê ya bi nimêjê nîşan da"

Çaplik di berdewama axavtina xwe de bang li dê û bavên zarokan kir û wiha got: "We qerardarîya xwe ya perwerdekirina neslekê ya bi nimêjê nîşan da. Ji ber vê helwesta we ya qerardarîyê mala we ava be û Xweda ji we razî be. Em dixwazin ku ev qerardarîya we berdewam be. Em ji we rica dikin ku bila zarokên we ne tenê di van bernameyan de her tim nimêjên xwe bikin."

Ji hînkerên nimêjê yê Koordînatorîya Êlihê yê Platforma Nesla Qur'anê Ridvan  Yildirim jî di bernamê de axavtinek kir û diyar kir "Ji ber ku we hînî nimêjê bûn, we tiştek baş xist nava heyata xwe." (ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir