• DOLAR 32.382
  • EURO 35.117
  • ALTIN 2326.289
  • ...
Weqfa Kerwana Umûdê Raporta Fealîyetên Organîzasyona Qurbanê ya 2018an daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Bi alîkarîya xêrxwazan me li 18 welatan qurban serjê kir"

Serokê Giştî Evdilbaqî Yeşîlmen li ser navê Navenda Giştî ya Kerwana Umûdê daxuyanîyeke nivîskî belav kir. Yeşîlmen di daxuyanîya nivîskî ya ku belav kir de derbarê xebatên Îda Qurbanê yên Weqfa Kerwana Umûdê de wiha axivî: "Bi desteka wan xêrxwazên ku wezîfeya xwe ya qurbanê bi cî anîn û wekaleta xwe dan me wek Weqfa Kerwana Umûdê me di heyama Qurbana 2018an de li nava welêt li 25 bajêr û 44 navçeyan 2 hezar û 934 qurban serjê kir û ji 32 hezar û 273 malbatên feqîr re alîkarîya goştê qurbanê kir ku bihaya wê jî 2 milyon û 351 hezar û 885 TL bû."

"Ji 2 hezar û 694 malbatan re alîkarîyên cûrbecûr hatin kirin"

Yeşîlmen di berdewama daxuyanîya ku belav kir de derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li derveyî welêt jî hatine kirin  de nirxandinan kir û dû re wiha got: "Li Bennîn, Nîjer, Nîjerya, Somalî, Malî, Zanzîbar, Ugandaya Efrîkayê û her wisa li Asya, Bangladeş (Kampên Arakanê, Srî Lanka, Pattanî, Kamboçya, Yemen, Filistîn, Balkan, Karadax, Makedonya, Arnavutluk, Panama  û Costa Rîkayê qurban hatin serjêkirin û ji kesên feqîr re alîkarî hat kirin. Ango li derveyî welêt li 18 welatan alîkarî hat kirin. Her wisa ji bilî alîkarîya goştê qurbanan di heyama qurbanan de ji 2 hezar û 694 malbatan re alîkarîyên cûrbecûr hatin kirin."

Yeşîlmen di dawîya daxuyanîyê de destnîşan kir xebatên wan ên alîkarîyê bênavber berdewam dikin û wiha got: "Kesên ku bixwazin dikarin ji ser nimreyên 0212 562 34 72 - 0543 870 81 32 bi me re bikevin pêwendîyê yan jî dikarin alîkarîyên xwe razînîn hisabên bankê yên weqfa me."(ÎLKHA)

Hisabên bankê yên Weqfa Kerwana Umûdê:

Ziraat :  TR660001000914653764255001

Kuveyt Turk: TR920020500009447376900001

PTT Bank: 13641556















Bu haberler de ilginizi çekebilir