• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Erdogan: Amerîka ji FETO re alîkarîya pereyan dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erdogan piştî hevdîtina ku li Beştepê bi Serokomarê Benînê Patrîce Talon re kir re daxuyanîyeke hevpar digel Talon da.

Erdogan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Amerîka ji FETO re li Amerîka 400 donim erd tahsîs kiriye û FETO rêxistinên li dinyayê ji wê derê îdare dike. Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Amerîka ji ser Charter Schoolan ji FETO re 800-850 milyon dolar alîkarî kir. Nexasim divê ev yek bê zanîn ku li gor min di zanîna vê de feyde heye. Biya min muhîm e ku bê zanîn ka di pey vê rêxistinê de kî heye û çi tişt hene."

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir FETO wek vîrusekî belavî temamê cîhanê bûye  û di şiklên cûda cûda de li wan deran cî girtiye ku divê Benîn jî li dijî FETO haya xwe ji xwe bike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir