• DOLAR 32.589
  • EURO 34.866
  • ALTIN 2505.05
  • ...
Siwîl Îdlîbê terk dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku ji teref Çavdêrxaneya Mafên Însanan a Sûrîyê ya ku navenda wê Londra ye ve hatine belavkirin digel amadehîyên êrîşê ya ku dê ji teref rejîma Sûrîyê ve bên kirin û piştî êrîşa asimanî ya ku ji teref Rûsyayê ve hat kirin re kesên siwîl ên ku li Îdlîbê dijîn dest bi terkkirina Îdlîbê kirin.

Serokê Çavdêrxaneyê Ramî Evdirrehman destnîşan kir bi sedan gundîyên ku li rojhilata başûr a Îdlîbê dijîn ji ber êrîşan berê xwe dan herêmên ku li Helebê di bin kontrola muxalifan de ye.

Ew ê sibe bi beşdarbûna Tirkîye, Îran û Rûsyayê li Tahranê civîna Sûrîyê ya sêalî bê tertîpkirin û di heman rojê de dê Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi rojeva Îdlîbê civînekê li dar bixe.(ÎLK HA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir