• DOLAR 32.563
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2423.749
  • ...
Xwepêşandar avahîya şaredarîyê şewitandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Basraya bajêra Iraqê xwepêşanên ku dest pê kiribûn her ku diçin mezintir dibin. Di xwepêşanên ku berdewam dikin de xwepêşandaran berî niha avahîya walîtîyê şewitandibûn ku doh jî di ser avahîya şaredarîyê de girtin û avahîyê dan ber êgir.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin komek xwepêşandar doh êvarî li ber avahîya şaredarîyê civîyan û avahîyê şewitandin.

Ev bû nêzî 2 mehan ku li Basrayê ji ber tunebûna ceyran û ava paqij, bêrêtî û kêmbûna xizmetên kamûyê xelk xwe berdaye kolanan û xwepêşanan li dar dixe. Di xwepêşanên ku berdewam dikin de berî vê 2 rojan 7 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dabûn û 70 hî birîndar bûbûn ku ji ber bûyeran ji teref Fermandarîya Operasyonan a Basrayê ve derketina derve li bajêr hatibû qedexekirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir