• DOLAR 32.585
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2514.299
  • ...
Rûsya êrîşa ku li Îdlîbê hat kirin tesdîq kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê derbarê êrîşên ku ji teref wan ve li Îdlîbê hatine kirin de daxuyanîyek belav kir. Konaşenkov di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Îdlîb ji teref balafirên wan ên şer ve hatiye bombebarankirin.

Konaşenkov di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: "4 balafirên Rûs ên ku di 4ê Îlonê de ji Balafirgeha Hmeymîmê rabûn li Îdlîbê mewzîyên ku aîdî El-Nûsrayê bûn bombebaran kirin.Êrîş li wan depoyên ku tê de balafirên bêînsan hebûn hat kirin."

Konaşenkov di daxuyanîya ku da de derbarê kuştina kesên siwîl de tu malûmat neda ku ev yek balan kişand li ser xwe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir