• DOLAR 32.338
  • EURO 35.134
  • ALTIN 2302.013
  • ...
Mislimanê fedakar û xizmetkarê doza Îslamê: Şehîd Selahaddîn Uruk
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehîd Selahaddîn Urukê ku doza Îslamê ji xwe re kiribû derd, terka dinya û malê dinyayê kiribû, di oxira Îslamê de bi şev û roj xebatên xwe yên Îslamî didomand û sînga xwe dida ber gelek zehmetî û ezîyetan û li hember zalim, minafiq û kafiran qet serê xwe neditewand berî vê 17 salan di 5ê Îlona sala 2001an de li Zozana Tekîrê ya Edenê di êrîşa ku hat kirin hat şehîdkirin. Şehîdê fedakar û xwedî xîret di salvegera şehadeta xwe de bi rehmet û minnet tê yadkirin.

Merhûm Mehmet Urukê di 25ê Nîsana sala 2016an de çûbû rehma Xwedê  di hevpeyvîna ku pê re hatibû kirin de derbarê lawê xwe  Selahaddîn Urukê ku hat şehîdkirin de wisa axivîbû:

"Lawê min û Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Velîoglu di sala 1984an de hevdu naskirin"

Lawê min hêj dema ku piçûk bû dest bi fêrbûna ilmên Îslamî kir. Lawê min hêj 6 salî bû Qur'ana Kerîm hifz kir. Lawê min her wiha li mektebê jî jîr û xurt bû. Lawê min û Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Velîoglu di sala 1984an de hevdu naskirin. Lawê min piştî ku Serokê Cemaeta Hîzbûllah naskir re dev ji malê dinyayê qera û emrê xwe ji xizmeta Îslamê re feda kir.Lawê min di sala 1992an de hat binçavkirin û hat girtin. Piştî 10 mehan tehlîye bû. Pişt re derheqê wî de qerara girtinê derxistin. Ji ber vê yekê jiyana muhacirtîyê ji bona lawê min dest pê kir.

 "Zêde ji şehadetê hez dikir"

Lawê min di sala 2001an de li Zozana Tekîrê di mala ku dima de hat qetilkirin. Rebbê min gelekî ji her duyan hez dikir ku wan bir ba xwe û mertebeyên wan bilind kir.Him Huseyîn Velîoglu him jî lawê min terka malê dinyayê kirin û tenê ji bona riza Xwedê  Teala xebitîn.Ew her tim li dûv Qur'an û sunnetê çûn û hewl dan da ku  ji însanan re bi feyde bibin.Di vê rêyê de teqez ew ê şehadet hebana ku di encamê de her du jî şehîd bûn.

 "Li her derî Îslamê ji însanan re digot û xwe qet nedida paş"

Lawê min xwedîyê exlaqekî gelekî baş bû û ji teref gelek kesî ve dihat hezkirin.Dema şehîd, rûdinişt derekê bi lez xort û ciwan li dora wî kom dibûn.Ji xort û ciwanan re Îslamê digot, nesîhetan li wan dikir.Nexasim ji xortan re digot ku bi malê dinyayê neyên xepandin û hazirîya axretê bikin.Her tim digot ku wext ne wextê rûniştinê ye, wext wexta ji bona Xwedê xebitînê ye.Me gelekî ji hevdu hezdikir. Nayê bîra min ku lawê min dilê min şikandîye.

 "Ciwanîya xwe di rêya Xwedê û Resûlê Xwedê de xerc bikin"

Ew gelekî zêde ji xort û ciwanan hez dikir. Ez bavê şehîdekî me.Ez dixwazim wek bavê şehîdekî çend şîretan li ciwanan bikim; Xortno! Ciwanîya xwe di rêya Xwedê û Resûlê Wî de xerc bikin.Heyata dinyayê pênç kuruş nake, ya muhîm axret e. Cennet û cehennem heye, axret heye û her wiha meqamên bilind hene. Hûn jî wek Selahaddînê min ji dînê mubîn re heyata xwe  feda bikin. Meqama şehadetê gelekî mezin e. A niha şehîdên me di nava xweşîyê de ne. Rebbê min şehadetê nesîbê min jî bike.

" Selahaddîn hê biçûk bû dest bi Qur'anê kir û Qur'anê hîn bû"

Sultan Uruka ku dîya Şehîd Selahaddîn Urukî ye jî derbarê lawê xwe de destnîşan kir ew bi lawê xwe ser bilind e û wiha pêde çû: Berî ku lawê min were dinyayê min pêxemberê me di xewna xwe de dît. Pişta min mist dida û ji min re dua dikir. Bi welidîna Selahaddîn bereket û şeref hate mala me. Selahaddîn hê biçûk bû dest bi Qur'anê kir û Qur'anê hîn bû. Her wiha gelekî ji Qur'anê hez dikir. Her çiqas biçûk bû jî li malê nimêja bi cemeat bi me dida kirin. Selahaddîn di dema ciwanîya xwe de yekî durust û wêrek bû. Êşa windakirina Hz. Yusuf ji bona Hz. Yaqub çi be;  windakirina Selahaddîn jî mîna wê êşê ye. Xwedê Teala heqê me ji wan kesên ku vê êşê bi me dan kişandin re nehêle. Ez wan qatilên ku lawê min qetil kirin hewaleyî Xwedê dikim."

"Di odeyeke malê de ji 70-80 zarokî re dersa Qur'anê dida"

"Selahaddînê min  dersa Qur'anê dida zarokên taxê. Nêzî 70-80 zarokê taxê jê dersa Qur'anê distand. Ez bi vê gelekî kêfxweş dibûm.Bawer bikin heger balên min  hebana ez ê firîyabana. Ji ser de gelek wext derbas bû, lawê min şehîd bû û ez jî niha pîr bûme.A niha ew zarokên ku Selahaddîn dersê dida wan li min xwedî derdikevin.Ew zarok min li kû derê bibînin destê min maç dikin. Min dideynin li serserê xwe. Me Selahaddînek winda kir lê belê hezar Selahaddîn qezenc kir."

 "Ji ber ku di rêya Xwedê de bû, wî şehîd kirin"

Dê Uruk, destnîşan kir ew gelekî ji lawê xwe hez dikir û bi heman awayî lawê wê jî jê hez dikir. Uruk pişt re wiha pêde çû: "Her tim ji min re digot 'Dêya min! Tu çi qas şîrîn û xweşik î.' Lawê min ji ber ku di rêya Xwedê de bû hat şehîdkirin. Em di rêya Xwedê û Qur'anê de ne, Xwedê nesîp bike em ê her tim di rêya Xwedê de bin."

"Selahaddîn bi salan li hicretê ma"

Elîf Uruka ku xanima Selahaddîn Uruk e derbarê zilamê  xwe de wiha axivî: Ji ber vê yekê jî kêm carinan dihate malê. Selahaddîn dê û bavê xwe, mewkî û meqam, zarok û malê xwe û her wiha canê xwe di rêya Xwedê de feda kiribû. Her tim vî tiştî ji min re digot 'Heger ne ji bona Xwedê bana ez ê destê xwe ji hemû tiştî vekişandibana û min dev ji zarokên xwe bernedida. Ez ê wan li pey xwe nehiştibana û ez ê her tim li cem wan bana.

"Di vî wextî de di malê de rûniştin heram e"

Selahaddîn gelek caran ji min re digot ku 'Di wexteke wiha de di malê de rûniştin heram e.' Ew qas dixebitî ku carinan dema ku dihat malê heta min jê re xwarin hazir dikir ji betilandinê bi xew ve diçû. Carinan jî heta nivê şeve dixebitî. Dersa erebî û tefsîrê dida me. Piştî nimêja sibê ji min re digot ku 'Niha ne wextê xewê ye, lewra wextê me gelekî hindik ma ye. Dibe ku sibê ev wext nekeve destên me.'

 "Qiymet dida wext û tesetturê"

Selahaddîn Uruk gelekî zêde ehemmiyet dida perwerdehîya qîz û pîrekan. Ji tiştên ku Selahaddîn gelekî li ser disekinî yek jî tesettura qîz û pîrekan bû. Dema qîzên me biçûk bûn jî Selahaddîn destûr nedida ku cilê xeyrî Îslamî li xwe kin. Di nava malê de jî dixwast ku cilên ku dihatin xwe kirin fireh û li gor Îslamê bin. Dema ku pîrek cilên teng li xwe dikirin û dengê xwe bikasî ku zilam pê bibîhîzin bilind dikirin gelekî zêde aciz dibû.Her car ji me dixwast ku yek cûr xwarin hazir bikin. Ji îsrafê hez nedikir. Nexasim  di mijara bikaranîna wext de gelekî hesas bû. Karên betal nedikir û zêde jî nediraza.

 "Me rêyek vekir bila yên ku wê bên di vê rêyê de bimeşin"

Selahaddîn berî ku şehîd bibe 2 rojan temamê heyata xwe ji min re anî ziman. Ji min re got ku 'Vaye ev bû 16 sal ku em zewicîne. Ev 16 sal êdî bes e, êdî min şehadetê heq kir.Min jî wî wextî wiha jê re got, dev ji me berde, hewcîtîya ummetê ji kesên mîna te  re heye. Li ser vê gotina min wî jî wiha got ' Mê rêyek vekir bila yên ku wê bên  di vê rêyê de bimeşin. Ez ji Xwedê Teala dixwazim ku nesîbê min bike ku di rêya ku vekirîye de ez bimeşim û di rêya Wî de xwe feda bikim.

 "Bi şexsîyeta xwe ya Îslamî ji derdora xwe re mînak bû"

Sumeyye Uruka ku qîza Selahaddîn Uruk e derbarê bavê xwe de destnîşan kir ku bavê wê ji ber jiyana xwe ya Îslamî û ji ber exlaqa xwe ya Îslamî ji teref însanên derdora wî ve gelekî dihat hezkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bavê min hê di dema ku ciwan bû jî gotina wî di nava malbatê de bi qedr û qiymet bû. Dema ku mezinên malê dihatin cem hev  li cem bavê xwe rûdinişt.  Bav û apên wî derbarê hinek mijaran de pê dişewirîn. Bavê min exlebe li ser xwendevanên lîseyê dixebitî. Ji bona xwendevanan bernameyan amade dikir û serê heftîyekê carek ji wan re sohbet dikir. Derbarê kitêbên ku dida xwendevanan de ji wan agahî werdigirt û li wan guhdar dikir. Bavê min di warê teblîxkirina Îslamê de ji xwendendavanan re nesîhetan dikir. Carinan jî wan dianî mala me û ji wan re xizmet dikir, qedr û qiymet dida wan. Rojekî ji ber vê yekê kalikê min wiha jê pirs kir 'Lawê min!Tu çi ji van zarokan dixwazî? Qey tu wextê xwe bi yên weke xwe re derbas bike nabe?' Piştî ku ji navbirê sal derbas bûn re bavê min rojekî ji bavê xwe re wiha got ' Mêzeke bavo. Ew kesên ku te ji wan re digot zarok in  bûne zilam.' Bi vî awayî dixwast ku semereyên xebatên ku kiribû nîşanî bavê xwe bide."

Pêvajoya hepisxanê...

Sumeyye destnîşan kir ku bavê wê ji ber xêbatên Îslamî destên xwe ji karê xwe kişand û çû Diyarbekirê û wiha dawî li axavtina xwe anî: "Bavê min emrê xwe di xizmeta Îslamê de feda kir. Bavê min di sala 1992an de hat binçavkirin. Ji ber sûcên ku dixwastin pê bidin qebûlkirin qebûl mekir gelek îşkence û eziyet lê hat kirin. Di bin wan îşkenceyan de bi berxwedana xwe hemî kesî ji xwe re heyran hişt. Di dawîyê de ji teref mehkemê ve tê tewqîfkirin û  wî şandin Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Eyê. Bavê min dema ku têkete girtîgehê jî vala nesekinî. Di heman demê de di nav 7 hevalên xwe de wezîfeyan parve kir. Wekî din kitebên Îslamî jî peyde kir. Êdî bi vî awayî di girtîgehê de jî dest bi xebatên perwerdehîyê kir. Bavê min piştî ku ji girtîgehê derket jî bi salan heta ku çû rehma Xwedê jî xebatên xwe yên Îslamî li cûrbecûr bajêran domand."

"Em nîvê şevekê bi dengê çekan şiyar bûn"        

Qîza Şehîd Selahaddîn Uruk di berdewema axavtina xwe de destnîşan kir şehîdbûna bavê wê gelekî baş tê bîra wê û di derbarê wê şevê de van agahiyan da:  "Ez wê demê 13 salî bûm.Nîvê şevekê em bi dengê çekan şiyar bûn.Piştî dengê çekan bombeyên gazan avêtin.Ew kesên ku di ser malê de girtibûn ji xwe bi qesda kuştinê hatibûn.Lewra em hêj di xew de bûn û wan di ser malê de berik reşandin.Bavê min derket balqonê û dû re me tiştekî nedît.Ji xwe dû re em hîn bûn ku şehîd bûye.Dû re me girtin û avêtin nava wesayîtên polêsan.Ew kesên ku di ser wê mala ku lê pîrek û zarok hebûn de girtin bi qesda kuştina bavê min hatibûn."

 "Temamê xweşikayiyên dinyayê ji bo doza Îslamê feda kirin"

Uruk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew şehîdên ku di xortaniya xwe de canê xwe feda kirine, doza Îslamê pêşdetir ve birin û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Temamê xweşikayiyên dinyayê ji bo doza Îslamê feda kirine.Ew ji temamê malê dinyayê ferxat kirin û vê dozê anîn heta îro.Ji ber vê yekê tiştê ku îro divê li ser bê sekinîn  ev doza Îslamê ya ku wanan ji me re hiştiye.Ji bona ku em jî vê dozê weke wan bibin pêşdetir,  tiştê ku ji destên me tê pêwîst e em bikin."

 "Pîrekeke Misliman pêwîst e her wext xwe ji hêla çand û ilmê Îslamî ve pêşve bibe"

Uruk di berdewama axavtina xwe de qala  girîngîya ku bavê wê dida ilma ku ji teref pîrekan ve dihat tehsîlkirin û dû re bîranîneke xwe ya bi bavê xwe re wiha anî ziman: "Bavê min rojekê ji min re got ku 'Qîza min heger tu wan kitêbên ku min xwendinê  têxî nava qamyonekê dê tijê bibe, lê belê ew tiştê ku min ji Qur'anê wergirt ji  van kitêban wernegirt.Hûn encax bi Qur'anê dikarin însanan qanê bikin.Rajin vê û teblîxê di nava însanan de bikin.Bila berê wê li Qur'anê be û însanan hişyar bikin.' Her wiha ji me re digot mamosteya yekem a zarokan daykên wan e û divê doza wan jî ji wan re bibe dê."

 "Rebbê min wan kesên ku zilmê dikirin bi qudreta xwe li erdê xist"

Uruk di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir 'Xweda piştî wan rojan, van rojan nîşanî me da, birastî Xwedê wan kesên ku zilmê kirin li erdê xist.Em ji dil û can baweriyê bi qudreta Xwedê tînin.Em dizanin ku xwediyê vê dozê Allah e.Em ji Rebbê xwe temennî û hêvî dikin ew çawa bûn mûşeref û ezîz em jî wek wan bibin."

 "Di 28ê Sibatê de ji bona Mislimanan ferman hatibû rakirin"

Serokê Arîkarê Giştî yê HUDA PARê Mihemed Bahaddîn Temel jî derbarê Şehîd Selahaddîn Uruk de diyar kir  ev birayên me li ba Xweda ew qas ezîz û bi qiymet bûn ku Xweda wê daxwaza şehadetê ya di dilê wan de  kire nesîbê wan û wiha pê de çû: "Şehadeta birayên me ji bo wan kesên li pey wan man, bû huzn û şîn.Lê belê wanan dozên xwe bi şeref û bi izzet û bi şikleke serbilind domandin û jiyana xwe bi şehadetê xemilandin.Ew di heyamên gelekî tarî de bûn.Ew 28ê Sibatê digel temamê tarîtiya xwe li heremê berdewam dikir.Wê demê fermana Mislimanan hatibû rakirin.Li kû derê qîz û xortekî Misliman hatibana dîtin fermana wan bû.Lewra ji bo Mislimanan ferman hatibû rakirin.Ew zalimên Kemalîst wan dişopandin, temamê hêzên xwe derdixistin meydanê û bi ser Mislimanan de diçûn.Di wê heyama tarî de jî, ev birayên me yên ezîz weke şêran meşa xwe domandin."

 "Ew ezîzên me ne di nav me de ne, lê belê doza wan di nav me de ye"

Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew bîranînên rabirdûyê bi gotinê xelas nabin û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ger ku em xatiratên van ezîzan yek bi yek bînin ziman roj têra me nakin.Ewan heta 40-50î saliya emrê xwe bi xizmetê xemilandin. Êdî ev ezîzên me ne di nav me de ne, lê belê doza wan di nav me de ye.Ev doz û da'wa ji ber ku ew qas mezin e ku ev ezîz di vê rêyê de feda bûn."

Temel di berdewama axavtina xwe de de nexasim bang li xort û ciwanan kir û wiha axivî: "Dema ku ev ezîz çûn, doza xwe ji me re hiştin.Nexasim bila xortên Çiyayê Mazî qiymeta vê yekê bizanibin.Ev qiymeteke bihaye.Ji ber vê yekê pêwîst e  em li vê dozê xwedî derkevin.Ez bawer dikim, ger ku em doza wan bidin meşandin dê bi  sedan Selahaddîn, Xatip û Abdulwehab derkevin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir