• DOLAR 32.589
  • EURO 34.868
  • ALTIN 2496.886
  • ...
WêneyênOrgenel Temellî yên bi cil û bergên pêşmergeyan derketin holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navê Orgeneral Temellî berîya hilbijartinên serokomartîyê bo Erdogan lêxistina çepikan hatibû rojevê. Wêneyên  Organel Îsmaîl Metîn Temellî yên bi cil û bergên pêşmergê yên dema ku di Hêzên Taybet de wezîfedar bû berî vê du rojan derketin holê û ji ser medyaya civakî hatin belavkirin. Temellîyê ku di "wezîfeya taybet" de sûreta wî hatiye girtin bi keleşa di destê xwe de û bi cil û bergên li xwe kiriye balan dikşîne li ser xwe.

Tê diyarkirin sûret di salên 90î de hatiye girtin û Temellî bi xwe di nav wan leşkerên Tirkîyê yên ku di sala 1994an de wextê pevçûna di navbera Barzanî û Talabanî de li herêmê wezîfedar bûn de cî girtiye û li wê derê wezîfedar bûye.

Orgeneral Temellîyê ku we "fermdandarê Efrînê" tê naskirin, "Harekata Çiqlê Zeytûnê" û "Mertala Feradê" îdare kir û di  civîna dawî ya Şûraya Leşkerî ya Bilind de ji "orgeneraltîyê" re hat terfîkirin.

Temellî di van hilbijartinên dawî de bûbû hedefa Muharrem Înceyê  ku bû namzedê serokomarîyê û Înce gotibû ku "ez ê apoletên te jê bikim."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir