• DOLAR 32.565
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2431.773
  • ...
 "Jiyan bi Nimêjê Xweş e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Nesla Qur'anê ve li Diyarbekirê bo zarokan bernameya bi navê "Jiyana bi Nimêjê Xweş e" hat lidarxistin. Bi sedan zarokên Diyarbekirî beşdarî bernamê bûn. Zarokên ku beşdarî bernamê bûn pankartên ku li ser wan "Ez ji Nimêjê Hez Dikim, Ez Nimêj Dikim Lewra ji Rebbê Xwe Hez Dikim, Nimêj ji Munkeratê Muhafeze Dike, Nimêj Mifteya Cinnetê ye, Nimêj Sitûna Dîn e" veguhastin.

Bernama bi nimêja esirê ya ku ji teref zarokan ve hat edakirin û bi tîlaweta Qur'anê berdewam kir. Dû re zarokên ku derketin li ser platformê ayet û hedîsên derbarê nimêjê de xwendin û îlahîyan bi deng kirin.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de Endamê Yekîtîya Medrese û Aliman Remzî Uçar axavtinek kir û diyar kir ew ê ew zarokên ku nimêjê dikin di roja qiyametê de ji dê û bavên xwe re şahidîyê bikin.

Uçar di berdewama axavtina xwe de diyar kir diaya we ev zarok in û dû re wiha got: "Xweda ji Resûlê xwe re gotiye 'Ji ehlê xwe re nimêjê emir bike û tu jî dev ji nimêjê bernede!' Vaye hûn şopînerên rêya Muhammed Mustafa ne. We jî wek Wî ji malbatên xwe re got 'Ewladên me! Îro bernameya Jiyana bi Nimêjê Xweş e heye. Werin bila sehabî jî ji vê yekê re bibin şahid. Werin li vê mekana ku li kêleka Mizgefta Hz. Silêam e nimêj bikin û ji temamê dinyayê re nîşan bidin ku hûn di rîya Hz. Muhammed de ne.' Ey dê û bav!Ev zarokên we bo we bi qedr û qiymet in. Exreta we ev zarok in."

"Ew nûra di enîya zarokên we de dê xwe di rûyê we de nîşan bide"

Uçar di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta ji teref dê û bavan ve zarokan bo nimêjê teşwîqkirinê û dû re wiha got: " Pêxemberê me dibêje ' Benî adem bimire, wê demê deftera wî/ê ya amelan tê girtin. Sê tişt hene ku ew nayên girtin: sedeqe, ilmê bi feyde ya ku li peyxê hiştiye û zarokên salih ên ku ji dê û bavên xwe re dia dikin.' Mêze bikin, piştî ku hûn mirin re ew ê ev zarok dê destên xwe vekin û dê bo we dia bikin. Di her wextê nimêjê de ew ê wisa bibêjin: Rebbê min! Dê û bavê min û muminan di roja qiyametê de efû bike. Ji bo ku em ji van diayan mahrûm nemînin divê em zarokên xwe teşwîqî nimêjê bikin, divê em wan bişînin nimêjê. Ger hûn dixwazin di roja qiyametê de bibin ji wan kesên ku roja wan ronî bin, wê demê divê hûn wanan teşwîqî nimêjê bikin û nimjê bikin. Ey dê û bav! Nûra qiyametê li benda we ye. Ew nûra di enîya zarokên we de dê xwe di rûyê we de nîşan bide."

Bername bi şanoya ku hat leystin û bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir