• DOLAR 32.589
  • EURO 34.845
  • ALTIN 2507.64
  • ...
Şewata razdar a ku di malê de derdikeve endîşedar dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dêrika Mêrdînê ev 3 roj in ku li ser hevdû ji xwe me re di malekê de şewat derdikeve ku ji ber vê yekê ehlê malê endîşedar dibe û psîkolojîya wan xera bûye.

 Hat ragihandin li Dêrika Mêrdînê di mala malbata Başaran de ev 3 roj in ku li ser hevdû ji xwe me re di malekê de şewat derdikeve ku ji ber vê yekê sermîyanê malê Cîhan Başaran diyar kir dike ku ew ji ber şewata ku ji xwe me re derdiekve endîşedar dibin û psîkolojîya wan xera bûye û ew bi şikleke naçar nizanin çi bikin.

Sermîyanê malê Cîhan Başaranê ku  derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî diyar kir ev 3 roj in ku li ser hev agir mala wî dikeve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ez agirê li mitbaxê ditefînim, li odê dest pê dike, wê derê ditefînim li hemamê dest pê dike. Êdî em nizanin çi bikin. Ev bû 20 sal ku em di vê malê de dijîn. Temamê zarokên min li vê derê mezin bûn. Berî niha em li rasta tiştekî wisa nehatin. Ev cara ewil e tiştekî wisa tê serê min. Em ji tirsan nikarin razin. Ê ku şewatê derdive cin e yan tiştekî din e em nizanin."

 "Perde, xalî, livîn, lihef û destmal tev dişewitin"

Başaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir cara ewil agir bi oda razanê ketiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Nîvê livînan şewitî, min ji xwe re dibe ku zarok bi agir leystibin û agir derxistibin. Me wê derê tefand û dû re li mitbaxê şewat derket. Me wê jî tefand, vêcarê li hemamê şewat dest pê kir. Cîran hatibûn ziyaretê ji ber şewatê, em ji xwe re rûniştibûn ku vêcarê li salonê şewat derket. Me wê jî tefand. Dû re me dît ji nava walêzê dû derdikeve. Dema ku min walêzê vekir min dît ku dişewite. Perde, xalî, livîn, lihef û destmal tev dişewitin. Tiştek bi me ve nema, tev şewitîn."

 "Ev bû du roj ku em ji tirsan newêrin razin"

Başaran di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ji tirsan newêrin razin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Însanan ji min re qala derketina şewatê ya bi vî awayî kiribana ez ê bawer nekiribana. Însan heta bi çavê xwe nebîne bawer nake. Em jî nizanin çi dikin. Xanima min û zarokên tev şaş mane û psîkolojîya wan xera bûye. Ev bû 2 roj ku xew neketiye çavên tu kesî ji me. Doh êvarî min xanim û zarokên xwe şand mala birayê xwe. Em ji xwe re li hewşê rûniştibûn, dema ku xanim û zarokên min gihan mala birayê min li wê derê li 3 xalan ji xwe me re şewat derketibû. Tiştê hebû şewitî. Dû re ji bo em meselê fêm bikim me çend kesan şand mala birayê min û ez û hevalên min, em li mala man û heta 5ê şeveqê em şiyar man. Ez li hewşê bûm ku zarokan xeber dan min û gotin dîsa agir pêketîye. Dema ku ez hatim tawana malê û amûrên di malê de dişewitîn. Me agir tefand. Ev ji Xweda tê, ma em dikarin tiştekî bêjin? Hemû tişt di destê Xweda de ye, tiştek ji destên me nayê. Xweda me jî wisa îmtîhan dike. Ez ji Xweda dixwazim ku vê musîbetê berî kêlîkê ji ser me rake."(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir