• DOLAR 32.339
  • EURO 35.132
  • ALTIN 2308.229
  • ...
"Bila mehpûsên 28ê Sibatê demildest bên berdan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

MAZLUM-DERê ku bênavber 28ê mehê de derbarê mehkûmên 28ê Sibatê de daxuyanîya çapemenîyê dide doh jî li ber Qesra Edaletê ya Stenbolê daxuyanîyeke çapemenîyê da.

Sekreterê Giştî yê MAZLUM-DERê Parêzer Kaya Kartal deqa daxuyanîya çapemenîyê xwend. Kartal di daxuyanîya ku xwend de diyar kir: " Di van rojên ku me Îda Qurbanê li pey xwe hişt de hêj mexdûrên 28ê Sibatê û daraza paralel di girtîgehê de tên girtin û îdeke din di hindûrê de derbas kirin û em nikaribûn bibin asteng ku îdeke din di hindûr de derbas bikin ku ji ber vê yekê em xemgîn in.

 "Em teleb dikin ku mehpûsên 28ê Sibatê bêyî nîşandana hincetekî û bêyî taloqkirinekê demildest bên berdan"

Kartal di berdewama daxuyanîyê de diyar kir di van rojên ku tê de meseleya efûya giştî ya bo sûcdarên edlî tê axavtin de divê tahlîyeya mezlûmên ku bi qerarên daraza bi birifîng bibe meseleya ewil û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mehkemeyên heyî yên ku mîrasa qirêj a daraza bi birifîng dewir standine divê bihaneya zêdebûna kar deynin alîyekî, şev  û roj bixebitin da ku vê meselê çareser bikin. Daxwaza me wek MAZLUM-DERê ev e. Bila qerarên siyasî yên darazê yên di pêvejoya 28ê Sibatê de bên betalkirin û darizandinên siyasî - bi birifîng ên 28ê Sibatê tune bên hesabkirin. Em teleb dikin ku mehpûsên 28ê Sibatê bêyî nîşandana hincetekî û bêyî taloqkirinekê demildest bên berdan."

Nivîskarên Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Eşîn jî di daxuyanîya çapemenîyê de axavtinek kir û diyar kir ew  her 28ê mehê de telebên xwe bi nû dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me teleb dikir ku pêşî mehkûmên nexweş  di vê îdê de li derve bana û peyde jî yên din hatibana berdan. Micabin ev daxwaz û temennîya me pêk nehat."

 "Ew kesên ku dema hatin girtin riha wan tunebû, lê niha rih û pora wan spî bûne"

Eşîn di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser zilma ku li mehkûmên mexdûrên 28ê Sibatê û daraza paralel ve hatine kirin û wiha got: "Ew kesên ku dema hatin girtin riha wan tunebû, lê niha rih û pora wan spî bûne. Ew kesên ku bav bûn niha bûne kal,lê belê dîsa Misliman derneketin derve. Biya min hewce nake derbarê vê yekê de gotinên zêde bên gotin. Lewra rayedarên hikûmetê, wezareta edaletê û serokomar derbarê naveroka dosyayê de haydar in. Ew dizanin ku ev mehkûm bi leystik û kumpasan hatine girtin."

"Divê pêşanî bê dayîn wan mexdûrên ku tê îddîakirin li hember dewletê sûc kirine"

Eşîn di berdewama axavtina xwe de derbarê pêşnîyaza MHPê ya efûyê de diyar kir ger efû bo diz û sûcdarên edlî bê anîn dê ev yek bibe zilmeke mezin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bila ew kesên ku ji ber sûcên edlî li wan zilm hatine kirin bên berdan, lê belê divê pêşanî bê dayîn wan mexdûrên ku tê îddîakirin li hember dewletê sûc kirine."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir