Bi hezaran zarok bo nimêja şeveqê berê xwe dan mizgeftê
Li Konyayê bi hezaran zarokên ku di bergeha projeya "Bi Dilekî Xweş Were Mizgeftê" de kom bûn, di wextê nimêja şeveqê de berê xwe dan Mizgefta Siltan Selîm û nimêja xwe ya şeveqê digel malbatên xwe li wê derê eda kirin.
Li Konyayê ji teref Şaredarîya Mezin a Konyayê ve projeya "Bi Dilekî Xweş Were Mizgeftê" hat destpêkirin. Bi hezaran zarok digel malbata xwe li Mizgefta Siltan Selîm kom bûn û nimêja xwe ya şeveqê bi cemaat eda kirin. Bername bi diaya ku ji teref Miftîyê Bajêr Ahmet Poçanoglu ve hat kirin bi dawî bû.
"Hînkirina zarokan li camîyan wezîfeya malbat, xoce û cemaatê ye"
Piştî bernamê Ahmet Sorgun Parlementerê Konyayê ye derbarê bernameya ku hat tertîpkirin de daxuyanîyek da. Sorgun di daxuyanîya ku da de destîşan kir ev proje projeya herî mezin û veberhênana herî mezin a Konyayê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hînkirina zarokan li camîyan wezîfeya malbat, xoce û cemaatê ye. Ev proje ya neslan e. Dê û bav serê şeveqê rabûn, destê zarokên xwe girtin û wanan birin mizgeftê. Ez ji cemaata camîyê re, miftî û melayê me re teşekur dikim, lewra keda wan di vê projê de heye. Her wisa ez ji Şaredarê me re jî pir teşekur dikim. Xweda ji wan zarokên me yên ku mizgeftan dagirtine razî be. Şaredar heta vê seatê zarokên me hînî mizgeftê kir, ji vê pê ve wezîfeya me jî ew e ku em vê yekê bidin domadin. Ev yek wezîfeya; xoce, cemaat, dê û bavan e."
"Divê em mizgeftan bikin navenda jiyana xwe ya civakî"
Serokê Şaredarîya Mezin a Konyayê Ugur Îbrahîm Altayê ku derbarê bernamê de axivî diyar kir di rojên havînê de nêzî 60 hezar zarok beşdarî bernamê bûn ku ev yek rojên havînê bo wan kirine îd. Altay dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Ez nexasim ji xuşkên xwe re spas dikim, mala wan ava be. Bi rastî jî bi vê projê mizgeft serê şeveqê şên bûn. A rastî ev yek teşwîqkirin e.Niha wextê xelatê ye. Ew ê her roj li camîyan 60 duçerxe bên belavkirin. Zarok dibêjin '40 rojên me xelas, lê belê em hêj tên mizgeftê.' Jixwe armanca me ya sereke ev e. Divê em zarokên xwe hîn bikin da ku berdewamî mzigeftê bikin û divê em mizgeftan bikin navenda jiyana xwe ya civakî."(ÎLKHA)