• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji Platforma Nesla Qur'anê bo dê û bavan banga nimêjê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

M. Emîn Sutçuyê Koordînatorê Platforma Nesla Qur'anê derbarê bernameya nimêjê ya ku dê 15 rojan berdewam bike de ji ÎLKHAyê re axivî. Sutçu di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir armanca wan perwerdekirina zarokên ku ji civakê re bi feyde bin e.

Sutçu di berdewama axavtina xwe de diyar kir nesla nû encax bi nimêjê dikare îhya bibe û bikeve îstîqameta ku tê de riza Xweda heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em wek Platforma Nesla Qur'anê her sal bernameyên bi navê 'Jiyan bi nimêjê xweş e' tertîp dikin. Xweda nesîp bike em ê îsal jî hema hema li temamê Tirkîyê li gor qeweta xwe dîsa bernameyan terîtp bikin."

"Bila xema we ya herî mezin gihaştina zarokan a Rebbê wan be"

Sutçu di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Êlihê ji 27ê Tebaxê pê ve bernameyeke 15 rojane ya nimêjê dest pê kiriye. Sutçu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji dê û bavan ricayeke me heye. Temamê dê û bavan îstîqbala zarokên xwe difikirin. Heta dibe ku ji ber vê fikarê xewa wan li wan xera bibe. Em ji wan dê û bavên ku dixwazin zarokên wan li mektebeke baş û li ber mamosteyekî/ê baş perwerdehîyê bibînin û li zaningeheke baş bi cî bibin re dixwazin vê yekê bibêjin; divê fikara we ya herî mezin gihaştina zarokên we ya bi Rebbê wan be. Ji ber wê yekê li zarokan hînkirina nimêjê  wezîfeya ewil a dê û bavan e. Em dixwazin di bîran bixin ku wezîfeya me ya herî mezin ev e."

"Înşaallah ev nesl dê hînî nimêjê bibe û bi nimêjê îhya bibe"

Sutçu di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser xerabûna xortanîyê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Rêya exlaqa paqij ji mizgeft û nimêjê derbas dibe. Ger dê û bav zarokên xwe bişînin van beranmeyên 15 rojane yên bi navê 'Jiyan bi nimêjê xweş e', wê demê înşaallah ev nesl hînî nimêjê bibe û bi nimêjê îhya bibe."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir