• DOLAR 32.602
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2492.838
  • ...
Wezîr Çavuşoglu bersiva teklîfa "dev ji mûşekên S-400î qerin" da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve piştî hevdîtina ku bi hevkarê xwe yê Lîtvanyayî re kir re daxuyanîyek da. Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de bersiva teklîfa "dev ji mûşekên S-400î qerin" a endamên Kongreya Amerîkayê da û got "Ev yek ne tercîhek e, mecbûrîyet e."

Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê mijarê de weha axivî: "Bo pêwendî asayî bibin divê şert û mercên ku neyên qebûlkirin neyên danîn. Pêdivîya min bi pergala parastina asîmanê heye. Me vê yekê Amerîka jî di nav de ji muteffîkên xwe teleb kir, lê nedan me. Amerîka garantîya firotina patrîotan dide qey? Di balafirên şer ên F-35an bi xwe de jî şertan dideyne. Standina pergala parastina asîmanê bo ewlehîya min elzem e. Ev yek ne tercîhek e, mecbûrîyet e. Ger wek wan fîlmên kovboy de bibêje "tiştê ku ez dixwazim dikarim  bikim" wê demê dê beramberê vê yekê hebe."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir