Neteweyên Yekbûyî: Ê ku li Yemenê tê kirin sûcê şer e
Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat diyarkirin koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike li Yemenê sûcê şer dike.
Hezên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dike di êrîşa asimanî ya ku li Hudeudeya bajêra Yemenê kir de 26ê wan zarok û 4 jê jî pîrek tev de 30 kes hatibûn qetilkirin. Her wisa di êrîşa ku berî vê 2 heftîyan dîsa ji teref koalîsyonê ve li herêma Sadayê hat kirin de jî otobusa mektebê hatibû hedefgirtin û di êrîşê de 40 zarok hatibûn qetilkirin.
Di daxuyanîya ku derbarê êrîşan de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat dayîn de hat destnîşankirin "Siûd jê re pêşîvantîyê dike li Yemenê sûcê şer dike ku ji vê re delîlên maqul hene."(ÎLKHA)