Li Îsfahanê di mezinahîya 4.9an de erdhej
Li Îsfahana Îranê di mezinahîya 4.9an de erdhejek pêk hat.
Hat ragihandin li herêma Huseyînabada girêdayê Îsfahana Îranê di seat 08.47an de di mezinahîya 4.9an de erdhejek pêk hat.
Li gor daneyên Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê yê Îranê erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Hêj nayê zanîn ka ji ber erdhejê tiştek bi serê tu kesî hatiye yan na.(ÎLKHA)