Wezîr Albayrak: Me biryara pêkve hereketkirinê da
Wezîrê Malîye û Hezînê Berat Albayrak derbarê mueyîdeyên Amerîka de destnîşan kir ku ew digel Fransa qerar dane ku pêkve hereket bikin.
Berat Albayrakê Wezîrê Malîye û Hezînê bo ziyaretinan çû Fransayê û li wê derê bi Wezîrê Fînansê yê Fransayê Bruno Le Maîre re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtina ku hat kirin re her du wezîr daxuyanîyeke hevpar a çepemenîyê dan. Wezîrê Malîye û Hezînê Berat Albayrak di daxuyanîya ku da de destnîşan kir "Di ticareta kurewî de êdî dolar ne bi ewlehî ye û ticareta bi euroyê bi ewlehîtir dibe. Me digel Fransayê biryara pêkve hereketkirinê da."(ÎLKHA)