Erdogan dê biçe Îranê
Serokomar Erdogan bo lûtkeya Tirkîye, Îran û Rûsyayê di 7ê Îlonê de dê biçe Tahranê.
Hat ragihandin Serokomar Erdogan bo lûtkeya Tirkîye, Îran û Rûsyayê di 7ê Îlonê de dê biçe Tahranê. Tê diyarkirin ew ê Erdogan li Tahrana paytexta Îranê bi Serokê Dewletê Rûsyayê Putîn û bi Serokkomarê Îranê Rûhanî re hevdîtin bike.
Her sê lîder berî niha li Soçîya bajêra Rûsyayê û li Stenbolê hevdîtin kiribûn û bo li Sûrîyê çareserîya siyasî bê peydekirin gotûbêj kiribûn.(ÎLKHA)