Qîzika biçûk a ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
Qîzika biçûk a ku li Hezexa navçeya Şinrnexê wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin li Gundê Tepeya Hezexa Şirnexê wesayîtê li qîzika 5 salî ya bi navê Mubare Aklan da. Di encama qezaya ku pêk hat de qîzika 5 salî jiyana xwe ji dest da.
Bûyer doh derdora seat 18.45an de qewimî. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin malbat Aklan bo ziyareta îdê ji Qoserê hatin Gundê Tepeya Hezexa Şirnexê. Di rêya vegerê de malbat xwest ku bêhna xwe berde û bo vê yekê li kevîya rê sekinînin. Malbat dema ku li ber rê sekinîbû wesayîtê li qîzika 5 salî ya bi navê Mubare Aklan da.
Qîzika ku giran birîndar bû ji teref Akdenîzê şofêrê wesayîtê ve hat rakirin nexweşxanê, digel temamê midaxeleyan qîzika 5 salî jiyana xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)