• DOLAR 32.576
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2435.726
  • ...
Evîndarên Pêxember li Êlihê îda hev pîroz kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsal jî li Êlihê ji teref Koordînatorîya Êlihê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya pîrozbahîya îdê hat tertîpkirin.Gelek alim, komele û rayedarên HUDA PARê beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bûn. Di bernameya ku hat tertîpkirin de Misliman hevdû hemêz kirin û îda hev pîroz kirin. Bername bi diaya ku ji teref Mele Enwer ve hat kirin bi dawî bû.

"Di van rojan de divê em bi dîqqet bin da ku em derneyên derveyî xeleka helalê"

Piştî bernameya ku hat tertîpkirin re  ji alimên herêmê, Mela Beşîr Varolê ku li herêmê bi navê Mela Mizgîn tê naskirin derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kirin di van rojan de divê em bi dîqqet bin da ku em derneyên derveyî xeleka helalê. Mela Mizgîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hemd ji Xweda re, beranemeyên bi vî awayî girseyî û qelebalix pir bi xêr in û fealîyetên pir baş in. Misliman bi xêra van bernameyan hevdû dibînin û îda hev pîroz dikin. Xweda ji wan Mislimanên ku ji vê xêrê re bûne wesîle razî be. Rojên îdê ew rojên kêfxweşî û şahîyê ne. Misliman di van rojên îdê de ger di çarçoveya helal û meşrû de kêfê bikin û îda hev pîroz bikin dê bibin xwedî xêr. Ev roj ne rojên huznê ne; lê belê di van rojan de divê em bi dîqqet bin da ku em derneyên derveyî xeleka helalê. Lewra Xweda van rojan wek xelat daye me. Di dewra cahîlîyê de îdên bi navê Newrûz û Mîhrîcanê hebûn. Xweda piştî ku Hz. Muhammed şand û Îslamê hakim kir re, dawetên cahilî rakir.Di beramberê van de Îda Remezan û Qurbanê da me. Di van rojan de divê em bigerin, îda hev pîroz bikin; lê belê divê em gunehan nekin. Pêwîst e ku em derneyên derveyî wê xêza şerî ya Xwedê. Îro Misliman di bin esaretê de ne û mehzûn in. Xweda bi wesîleya van îdan wan esaret û zehmetîyên li ser Mislimanan rabike."

Serokê Giştî yê berê yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir "Di demeke kurt de îda bi hezaran Mislimanî pîroz kirin nimeta herî mezin e. Xweda ji wan kesên ku vê bernameyê tertîp kirine razî be.  Ez bi vê wesîlê cardin Îda Qurbanê ya alema Îslamê pîroz dikim û ez hêvî dikim ku ev îd bo ummetê, însanetîyê û mezlûmên ku di bin zilmê de dinalin bibe wesîleya xêrê."

Serokê Medya û Danasînê yê Platforma Evîdarên Pêxember Feyzî Aydin jî Îda Qurbanê ya temamê alema Îslamê pîroz û mibarek kir.(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir