• DOLAR 32.369
  • EURO 35.027
  • ALTIN 2325.78
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa li Yemenê bo feqîran qurban serjê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku Sazîya Alîkarîyê ya Însanî ya Navneteweyî ye û li 52 welatên cîhanê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne vêcarê jî çû hawara Yemenîyan. Yetîm-Dera Ewrûpa li Yemena ku lê nexweşî û birçîbûn hakim e û her roj ji ber êrîşên hovane yên ku tên kirin bi sedan Misliman dimirin ji kesên feqîr û jar re goştên qurbanan belav kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da û diyar kir li Yemenê her ku diçe rewşa xelkê xiraptir dibe û hinek însan di heyata xwe de cara ewil goştê qurbanan dixwin. Ateş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me qurbanan li wan herêmên ku exlebe kesên feqîr û jar lê dijîn serjê kir.Li vê derê hinek însan di heyata xwe de cara ewil goştê qurbanan dixwin."

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir qurban di nava civakê de rihê biratî, alîkarî û piştevanîyê zindî digire û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di her Îda Qurbanê de bo ku em ji feqîrên li çar alîyê cîhanê re alîkarîyê bikin me xebat didan despêkirin ku îsal jî bi heman awayî di vê îdê de me da rê. Em qurbanan  serkê dikin û ji penaberên Arakanî û kesên jar ên Afrîkayî re û her wisa li çar alîyên cîhanê li herêmên cûrbecûr ji kesên muxtac re hewil didin alîkarîyê bikin."(ÎLKHA)
















 

Bu haberler de ilginizi çekebilir