• DOLAR 32.355
  • EURO 35.633
  • ALTIN 2323.136
  • ...
Wezîrê Ugandayî ji ber alîkarîyên ku tên kirin ji IHO-EBRAR û Yetîm-Derê re teşekur kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

IHO -EBRAR û Yetîm-Der xebatên xwe yên alîkarîyê li Sorotîya bajêra Ugandayê bênavber didomînin. Ebubekir JJ Odongê Wezîrê Karên Hundir ê Uganda IHO-EBRAR, Yetîm Der û Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya ku li Ugandayê Îda Qurbanê diborînin ziyaret kir. Wezîr di ziyareta kir de spasîyên xwe bo sazîyan anî zimên û xelat da wan.

"Ew alîkarîyên ku ji teref sazîyên alîkarîyê ve tên kirin bo me muhîm in"

Ebubekir JJ Odongê di dema teqdîmkirina xelatan de axivî ayeta "Bes Mu'min birayên hev in, naxwe navbera birayên xwe baş bikin. Li hember fermana Xweda derneyên da ku merhemet li we bê kirin" di bîran xist û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "We di çarçoveya vê ayetê de qurbanên xwe bi me re parve kir. Xweda ji we razî be. Ew alîkarîyên ku ji teref sazîyên alîkarîyê ve tên kirin bo me muhîm in. Ji ber ku we îda xwe digel me borand em gelekî bextewar in. Ez li ser navê xwe û xelkê xwe ji wan kesên xêrxwaz û ji wan sazîyên alîkarîyê re teşekur dikim."

Temsîlkarên sazîyên alîkarîyê jî silavên xêrxwazan li Wezîr Odong re kirin û diyar kirin ji ber ku ew li Ugandayê alîkarîyan dikin kêfxweş û şad in.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir