• DOLAR 32.601
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2492.627
  • ...
Otomobîl û pîkab li hev qelibîn: 7 mirî û 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li ser rêbeja Bîngol û Mûşê otomobîl û pîkabek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza li nêzî mewqîya Meydana Şerefê pêk hat. Ji ber qezaya ku pêk hat 4 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Kesên k udi qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê. Digel temamê mudaxeleyan 3 kesên din jî ên ku di qezayê de birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li ser kesên k udi qezayê de jiyana xwe ji dest dan nasname derneketiye û lêpirsîna ku derbarê qezayê de hatibû destpêkirin berdewam dike.(ÎLKHA)

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir