• DOLAR 32.573
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2425.591
  • ...
Di nimêja îdê de mizgeft tije bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Diyarbekirî li Mizgefta Mezin  a ku 5emîn Harema Şerîf a alema Îslamê ye nimêja Îda Qurbanê eda kirin û pêkve bo Mislimanan dia kirin.

Welatîyên ku berê xwe dan mizgetê ewilî xutbeya ku dihat dayîn guhdar kirin . Di xutbeya ku hat dayîn de bal hat kişandin li ser ehemîyeta Îda Qurbanê û tarîfa kirina nimêja îdê hat kirin.

Dema ku seat bû 06.19 dest bi nimêjê hat kirin û "Tekbîrên Teşrîkê" hatin dayîn.

Di xutbeya ku piştî nimêjê hat dayîn de hat diyarkirin ev rojên îdê bo wan kesên ku ji hev xeyîdîne fersendek e.

Piştî xutbeya ku hat dayîn re Misliman li hewşa mizgeftê hevdû hemêz kirin û îda hev pîroz kirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir