• DOLAR 32.322
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2292.96
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yavuz peyama Îda Qurbanê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz ve ji ber minasebeta Îda Qurbanê ve peyama îdê hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin de Yavuz diyar kir "Ez hêvî dikim ku Îda Qurbanê bibe wesîle ku îxtîlafên di alema Îslamê de bi dawî bibin û dîsa ez hêvî dikim ku ev îd bibe wesîle ku di alema însanetîyê de aştî, hizûr û edalet hakim bibe."

 "Li Yemenê nexasim birçîbûn û şob bi qirika zarokan girtiye"

Yavuz di berdewama peyama ku weşand de balan kişand li ser rewşa xirab û dilêş a li Yemenê û dû re wiha got: "Li alîyekî cîhanê hinek însan muxtacî gezik nan in û li alîyekî cîhanê jî hinek însan di nav luks û îsrafê de dijîn. Li Yemenê birçîbûn û şob bi qirika zarokan girtiye û bi dehhezaran însanên bêsûc û bêguneh  jiyana xwe ji dest dan; lê belê li Qraltîya Siûd a ku li kêleka Yemenê ye serweta ummetê ji eşqîyayên kûrewî re tê pêşkêşkirin."

 "Bila Îda Qurbanê bibe wesîle ku îxtîlafên di alema Îslamê de bi dawî bibin"

Yavuz di dawîya peyama ku weşand de bal kişand li ser tahrîbat û xerakirinên ku ji teref hêzên emperyalîst ve li ser rûyê erdê tên kirin  û dû re wiha dawî li peyama xwe anî: "Di van rojên mibarek de  dema ku me qurbana xwe serjêkir weke ku em xwe teqdîmî Xweda dikin divê serjê bikin. Bi vê wesîlê ez ji Xweda niyaz dikim ku Îda Qurbanê bibe wesîle ku îxtîlafên di alema Îslamê de bi dawî bibin û dîsa ez hêvî dikim ku ev îd bibe wesîle ku di alema însanetîyê de aştî, hizûr û edalet hakim bibe."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir