• DOLAR 32.53
  • EURO 34.866
  • ALTIN 2429.007
  • ...
Çînê 30 sîxûrên CIAyê înfaz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor xebera ku di Kovara Foreîgn Polîcy a ku li Amerîka tê çapkirin û kovara polîtîkaya derve ya Amerîka ye, Çînê di dîrokên cuda de tev de 30 sîxûrên CIAyê înfaz kir.

Li gor daxuyanîyên ku ji teref 5 rayedarên CIAyê yên ku hêj hinek ji wan wezîfedar in ve ji kovarê re hatine dayîn tora muxbîran a ku heta sala 2010an gelekî baş dixebitî hilweşîyaye.

Sala borî rojnameya  New York Tîmes daxuyandibû ku li Çînê di navbera 2010 - 2012an de tev de 12 sîxûrên CIAyê hatine înfazkirin. Çavkanîyên ku daxuyanî dan Kovara Foreîgn Polîcy destnîşan kirin ev hejmar kêm e û îddîakirin ku heta niha 30 sîxûrên CIAyê ji teref Çînê ve hatine înfazkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir