• DOLAR 32.594
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2513.952
  • ...
Du xweh di qanala avdanê de xeniqîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Bozovaya Rihayê 2 xwehên ku ketin qanala avdanê jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer li Taxa Arikokê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesa bi navê Kefa Îbrahîma ku digel xwe ya ku di nav erdan de wek karker dixebitîn çûbû dema ku ku çû ji qanala avdanê avê dagire kete qanalê. Ayraca Îbrahîma 16 salî ya ku dît xweha wê ketiye qanala avdanê çû hewara wê û xwe avêt qanalê. Kefaya ku ket qanala avdanê û Ayracaya ku çû hewara xwehe xwe di qanalê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Piştî xeber hat dayîn re yekîneyên cendirme û tenduristîyê hatin cihê bûyerê û lêkolîn hatin kirin. Di encama lêkolîna ku hat kirin ceseda her xwehên Sûrîyeyî ji qanala avdanê hat derxistin.

Ceseda her du xwehan bo otopsîyê hatin birin Sazîya Tipa Edlî ya Rihayê û derbarê mijarê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir