• DOLAR 32.573
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2425.742
  • ...
Li Sûdana Bakur lehî: 23 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Hartuma paytexta Sûdana Bakur û li hinek bajarokên wê gelek zêde baran barîya. Di encama baran ku barîya de lehî rabû û herî kêm 23 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin doh nêzî 4 seatan li Hartuma Sûdana bakur baran barîya û kolan bi avê tije bûn. Ji ber baran ku barîya lehî rabû û ceyran qut bûn.

Di encama baranên ku ev heftîyekê dibare li Sûdana Bakur tev de 23 kes jiyana xwe ji dest dan û 61 kes birîndar bûn û zêdetirî 8 hezar û 900 malbat jî ji wargehên xwe bûn.

Heyvasor jî derbarê mijarê de diyar kir zêdetirî 45 hezar kes  ji barana ku barîyaye tesîrdar bûne.

Rayedaran bo rojên pêşîya me îqaza barîna barana zêde kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir