Derbarê teqîna li Êlihê de 4 binçavî
Derbarê teqîna ku di wan rojên borî li Êlihê pêk hatibû û tê de 4 zarok birîndar bûbûn de 4 kes hatin binçakvirin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Êlihê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin di encama lêkolînên ku derbarê teqînê hatin kirin de hat tespîtkirin ku teqîn ji ber teqemenîya ku bi destan hatiye çêkirin e ku derbarê mijarê de 4 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re hene hatin binçavkirin.(ÎLKHA)