Çavuşoglu: Di warê rakirina wîzeyê de me û Rûsya li hev kir
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew û Rûsya di warê rakirina wîzeyan de li hev kirine.
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve di axavtina xwe ya ku di Konferansa Balyozan a 10emîn kir de destnîşan kir "Me û Rûsya di pîrensîbê de li hev kir ku bo karsaz, şofêrên TIRan, kesên xwedîyê pasaporta fermî û serwîs wîze bên rakirin."(ÎLKHA)