• DOLAR 32.505
  • EURO 34.594
  • ALTIN 2501.309
  • ...
Hafizê Nîjeryayî bi dildarî ji zarokan re Qur'ana Kerîm hîn dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hafiz Samîr Abdouyê Nîjeryayî yê ku li Fakulteya Îlahîyetê ya Zanîngeha Entabê xwendekar e, piştî ku li Nîjeryayê lîseyê xelas kir re hat Entabê. Hafiz Samîrê ku hat Entabê zarokên ku tên Kursê Qur'anê re bi dildarî wan hînî Qur'ana Kerîm dike. Samîrê ku dersa Qur'anê dide zarokan diyar kir ji ber ku ew dersa Qur'anê dide zarokan gelekî zêde kêfxweş e.

"Zarok bi şikleke baş Qur'anê hîn dibin"

Abdou di daxuyanî ku da ÎLKHAyê de diyar kir ew di 10 salîya xwe de bûye hafiz Qur'an û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev bû sala duduwan ku li Entabê me û li pola duyemîn a îlahîyatê me. Hevalekî min heye, ji ber ku betlane ye li camîyê dersa Qur'anê dide zarokan. Rojekê ji min re got ku 'Ma tu dersa Qur'anê nikarî bidî zarokan?' Min jî vê pêşnîyara wî qebûl kir û li vê camîyê beşdarî kursa Qur'anê bûm.Ez li vê derê dersa Qur'anê didim zarokan û ji xoceyê xwe re dibim alîkar. Em li vê derê digel zarokan wextên xweş derbas dikin. Zarok jî bi şikleke baş Qur'anê hîn dibin."

 "Ji ber ku ez dersa Qur'ana Kerîm didim zarokan gelekî kêfxweş û şad im"

Abdouyê ku diyar kir ew li Nîjeryayê di camîyê dersê dide zarokan di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: "Li Nîjeryayê jî bi hemana awaya li vê derê ders ji zarokan re tê dayîn.Hemd ji Xweda re, ez li vê derê dersa Qur'anê didim zarokan ku ez ji ber vê yekê gelekî kêfxweş û şad im.Pêxemberê me derbarê vê mijarê de dibêje 'Bixêrtirînê we ew kes in ku Qur'anê hîn dibin û hîn dikin.' Li vê derê em çi qas dersa Qur'anê didin zarokan ew qas dibin xwedî xêr."

 "Divê em çawa bi Qur'ana Kerîm hîn bûbin, bi heman awayî jî hîn bikin"

Abdou di dawîya axavtina xwe de diyar kir her zarok Qur'ana Kerîm hîn dibin ew jî ew qas bextewar dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Lewra Qur'ana Kerîm kitêbeke pîroz a ku ji teref Xweda ve ji me re hatiye şandin e. Divê em çawa bi Qur'ana Kerîm hîn bûbin, bi heman awayî jî hîn bikin.  Di warê hînkirina Qur'ana Kerîm de bi dehan hedîs hene. Li Nîjeryayê ne tenê di meha havînê de, her roj dersa Qur'anê heye. Li camîyan bi sedan zaroka dersê distînin."

Kayyim Muezzînê Camîya Alî Erçelebî Yakup Bîlmez jî derbarê mijarê de diyar kir "Ez ji dil û can vî birayê xwe pîroz dikim ku ew bêmenfeat vê dersa Qur'ana Kerîm dide zarokan."(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir